DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Edîtorê DÎHA Ertaş serbest hat berdan

Edîtorê beşa kurdî ya DÎHA'ê Mehmet Alî Ertaş ku piştî daxuyaniya CRA'yê ji aliye polîsan ve hat binçavkirin li qereqola polîsan serbest hat berdan 🕔 15:24 30/08/2016

Nûçegîhana Dildar Melek Ozman ji bo DÎHA nûçe dişopine

Endama Film Mor û Derhêner Melek Ozman di çarçoveya kampanya "Nûçegîhaniya Dildar a ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) ve hatiye destpêkirin, li DİHA'ê nobed girt û îro nûçe ji ... 🕔 15:18 30/08/2016 📷7🎬

'Em ê li gor dilê desthilatdran neaxivin'

Mudurê Giştî yê Ozgur Gun TV'yê diyar kir ku platformê peymana weşanê bi yekalî fes kiriye, lê li ser TURKSAT'ê weşan mafê wan e û dê hemû rêyên huqûqî bişopînin. Mudurê ... 🕔 15:00 30/08/2016 📷6🎬

'Polîsan hedef girt û ew bi giranî birîndar kirin'

Duh bişev li taxa Xaçortê ya Wanê di maşîna zirxî de êrîş hat kirin, di êrîşa polîsan de Mustafa Duman ji serê xwe bi giranî birîndarbû. Şahida buyerê û meta Duman, Sarya Duman ... 🕔 14:56 30/08/2016 📷15🎬

Edîtorê me Ertaş hat binçavkirin

Edîtorê beşa kurdî ya DÎHA'ê Mehmet Alî Ertaş, piştî daxuyaniya CRA'yê dema ji saziyê derdiket ji hêla polîsan ve li maşîneya zirxî hat sîwarkirin û ew binçav kirin. 🕔 14:26 30/08/2016 📷1

🔀Polîtîka

'Destê xwe ji kurdan bikişînin'

Piştî komkujiya Dîlokê AKP'iyan berteka gelê kurd wekî "provakasyon" pênase kiribû, Hevserokê DBP'a Dîlok'ê Talat Yilmazsoy, bertek nîşanî AKP'iyan da û ji wan xwest destê xwe ji gelê kurd bikişînin.

🕔10:48 📷3🎬 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Jin

Jinên Palûkeyê ji bo hûnerê dicivin

Jina bi navê Derya Dal ku li Bajaroka Palûkeyê di çarçoveya xebatên hunerî yên Şaredariya Sûrê de fêrî erbaneyê bûye, bi coşek mezin xebatên xwe yên mûzîkê didomîne. Dal anî ziman ku ew di zarokatiya xwe de ji muzîkê hez dike û wiha got: “Xeyala min ew e di komekî de cih bigirim û di şahiyên li gundan de li erbaneyê bixim.”

🕔09:01 28 📷7🎬 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Ekolojî

Cotkarên Licê peymana çandiniya organîk îmze kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo li navçeya Licê çandiniya organîk bi pêş biçe, serwextbûnê bide avakirin, kooperatîfiyê bi pêş bixe, di vê der barê de perwerdeyê dide, di çarçoveya Projeya Pêşxistina Çandiniya Organîkî ya Licê de peyman bi cotkaran re îmze kir. Şaredarî dixwaze heta sala 2017'an vê projeyê li tevahiya navçeyan bi pêş bixe.

🕔11:48 📷1 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Çand û Huner

'Qedexeya lîstikên Çehov û Shakespeare cahîlî ye'

Di vekirina şanoyên dewletê de lîstikên biyanî hatin qedexekirin. Qedexeya lîstikên wekî Çehov û Shakspeare a li Şanoyên Dewletê ya Tirkiyeyê rastî bertekên mezin hatin. Hem qedexeya berhemên biyanî û hem jî daxuyaniya Serokê Meclîsa Tirkiye ya der barê Che Guvera de wêneyê Tirkiye yê demokratîkbûnê bêtir nîşan dide. Serokê Kultur Sanat-Sen'ê Yavuz Demirkaya, diyar kir ku qedexeya lîstikan cahîliya herî mezin e.

🕔09:14 📷1 Tevahiya nûçeyê bixwîne